'Li Efînê nêzî 6 hezar sivîlî hatine revandin'

  • 09:02 7 Çile 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Hiqûqnasa Mafê Mirovan a Efrînê Semîre Ebdulrehman, bîlançoya revandin, qetilkirin û talankirina dewleta tirk a li Efrînê nirxand û got: "Kiryarên dewleta tirk hemû zagon û rêgezên navneteweyî binpê dike. Hemû cîhanê çavên xwe ji van kiryaran re girtiye û tenê mêze dikin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 20'ê çileya 2018'an de êrîşî Efrînê kir. Piştî êrîşên li ser Efrînê heta roja îro êrîşên li ser gelê koçber û êrîşê xwezayê Efrînê û şûnewarên wê didomin. Her wiha li Efrînê dibistanên zarokan tên hilweşandin û li şûna wan cihê leşkerî tên avakirin. Têkîldarê mijarê Hiqûqnasa Mafê Mirovan Semîre Ebdulrehman nêrîna xwe parve kir.  
 
'Di encama êrîşên dagirkeriya tirk de 300 hezar kes koç bûn'
 
Semîreyê di destpêka axaftina xwe de wiha qala êrîşên dewleta tirk kir û got: "Di êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de her dem gelek kes rastî komkujiyan tên. Dewleta tirk ji bo planê xwe yê qirkirina etnîkî pêk bîne her di nava hewildanê de ye. Di encama hovîtiya dewleta tirk de 300 hezar sivîl hatin koçkirin. Dewleta tirk û çeteyên wê heta roja îro  kiryarên xwe yên dijmirovî didomîne."
 
'Bîlançoya revandin, qetilkirin û talankirinê hezaran derbas dike'
 
Semîre behsa bîlançoya kesên ku zirar ji dewleta tirk dîtine kir û wiha rave kir: "Li gorî belgeyên derbarê Efrînê de ketine destên me, dewleta tirk roja ku êrîşî Efrînê kiriye heta niha, 166 kes qetil kiriye. Ji wan jin û zarok jî hene. 670 kes birîndar bûne, ji wan 300 kes zarok in. Zêdetirî 6 hezar sivîl hatine revandin û hê jî çarenûsa 330 kesan ne diyar e. Her wiha belgeya xwezayê jî hatiye derxistin, zêdeyî 180 darên zeytûnan hatine jêkirin, zêdetirî 10 hezar dar hatine şewitandin ji wan nêzî 2180 erdên cotkariyê û zêdetirî 11 hezar hîktar erd hatin şewitandin. Li kêleka wê jî 64 dibistan hatin rûxandin û veguhertin nokteyên leşkerî. Bi dehan mezelên olî hatine rûxandin, ji wan 17 cihên dîrokî hatine dizîn û rûxandin. Li Efrînê 300 kargehên zeytûnan hene ji wan 140 hatine dizîn."
 
'Kiryarên dewleta tirk hemû zagon û rêgezên navneteweyî binpê dike'
 
Semîreyê diyar kir ku kiryarên dewleta tirk hemû zagon û rêgezên navneteweyî binpê dike û wiha pê de çû: "Kiryarên dewleta tirk hemû zagon û rêgezên navneteweyî binpê dike lê hemû cîhan çavên xwe ji van kiryaran re digire û tenê mêze dikin. Banga me ji saziya netewên yekbûyî heye ku li hember van kiryaran bisekinin û dawî li faşîzma Erdogan bînin."