Ji bo 6 jinên siyasetmedar li Sûrê merasîma bîranînê

  • 17:09 6 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Ji bo 6 jinên Siyasetmedar ku li Parîs û Sîlopiyê hatin qetilkirin, di pêşengiya HDP û TJA'yê de li Sûrê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
 
Di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê de li avahiya HDP'ê ya Sûra Amedê ji bo 6 jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Payitextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di 4'ê Çileya 2016'an de li Sîlpiya Şirnexê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hat lidarxistin. 
 
Çalakîya bîrnanînê bi rêzgirtina ji bo jinên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan hat destpêkirin. Piştî merasîmê sînevîzyona ku jiyana Sakîne Cansiz vedigot hat pêşandan û piştre jî Fîlmê 'Dema Jin Hez Bike hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê Hevseroka HDP'ê ya navçeya Sûrê ya Amedê Hatun Yildiz axivî û wiha got: "Em soz didin ku em têkoşîna her 6 jinên têkoşer berdewam bikin û heta dawî li ser şopa wan bin.  Tişta dikeve ser milê jinan ew e ku çar parçeyên Kurdistanê bikin qada têkoşînê. Em ê têkoşîna xwe hata dawî bidomînin."
 
Merasîm bi pêşandana sînevîzyona ji bo kesên di dema qedexeya derve de jiyana xwe ji dest dan bi dawî bû.