Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê meşiyan

  • 16:10 6 Çile 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê  û bi sedan şêniyên Kobanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
 
Bi pêşengtiya jinên ciwan û bi sedan şêniyên Kobanê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana jinên ciwan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin" daketin qadan. Meş ji qada jina azad dest pê kir heta qada aşitiyê dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, tevgera ciwanên şoreşger, jinên komînist, PYD'ê û pankartên bi nivîsa "Abdullah Ocalan li dijî zilmê ye" hatibû hildan. Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Dilê Berkel ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Ji bo raya gitî ya cîhanê em weke jinên herêma Firatê di serî de vê komploya ku ji aliyê dewleta faşîst a dagirker Tirkiye û hevkarên wê ve li ser Rêber Apo hatiya kirin em şermezar dikin û dibêjin xeta Rêber Apo xeta ciwanan û jinê ye."
 
'Ciwan hêza herî dînamîk a di nava civakê de ye'
 
Di destpêka tevgera azadiyê de, Rêber Apo girîngî daye azadiya jinê û ciwanan. Ji ber ku ciwan hêza herî dînamîk a di nava civakê de ne û bi enerjiya wan civak dikarin xwedî li hebûna xwe derkevin, ji ber vê em dibêjin tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser jinên ciwan û tevahî ciwanan e. Ev kompleya ku di şexsê Rêber Apo de pêk hatiye tevahî civakê xemgîn dike. Ev bû demeke dirêj e Rêber Apo di bin tecrîta girande ye.
 
'Projeya Rêber Apo dê bibe mifteya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn'
 
Bi vê tecrîdê dewleta tirk dixwaze komploya xwe ya bêbext berdewam bike û nehêle dayîn û standin bi Rêber Apo re çêbibe, ji ber dijmin jî ketiye ferqa ku pirojeya Rêber Apo wê bibe mifteya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Her wiha wê bibe riya xelasî û rizgariya ji desthilatdariya dewleta faşîst. Her wiha nêrîn û analîzên Rêber Apo bi taybet yên di derbarê jin û ciwanan de dijmin ditirsîne. Ji ber îro bi saya birdoziya Rêber Apo jinên ciwan li seranserî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûne xwedî îradeyek xurt û pêşengtiya şoreşê bi dil û can dikin.
 
'Kes nikare vîna me tecrîd bike'
 
Em weke tevgera jinên ciwan ên herêma Firatê bang li hemû saziyên mirovahî, rêxistin û dezgehên ku piştgiriya gelan dikin, em dibêjin êdî çavên xwe vekin û bêdengiya xwe bişkînin. Her wiha bi faşîzmê re nebin alîgir. Lê bila hemû hêzên serdest bizanibin hebûna me bi hebûna Rêber Apo re mîsoger e. Kes nikare vîna me tecrît bike. Ji bo vê jî em careke din weke tevgera jinên ciwan soza xwe bi Rêber Apo re nû dikin û em ê her tim di nava tevgerê de bin heta em bi Rêber Apo re azad bijîn."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.