'Dijmin bi rêya qirkirina jinan dixwazin planên xwe pêk bînin'

  • 15:48 6 Çile 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Hevseroka Kantona Efrînê û Endama Koordinasyona Kongreya Star a Efrînê diyar kirin ku civîna salê ya Kogreya Star ji nirxandina kar zêdetir, gavên esasî ji bo pêşxistina jinan diyar dike.
 
Kongreya Star a herêma Efrînê civîna xwe ya salane li hola civînan li Navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê li dar xist. Di civînê de endamên jin ên sazî û dazgehên sivîl, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Êzîdî, Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn û Yekîtiya Jina azad a Şehbayê amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê rapora kar û xebata Kongreya Star ya salekê hat xwendin.
 
Endama Koordînasyona Kongreya Star a kampa berxwedanê Leyla Îbiş û Hevseroka Kantona Efrînê Şêrîn Hesen di derbarê civînê de axivîn.
 
'Ji bo civakek azad em têkoşîn dikin' 
 
Leyla kar û barên salekê ya Kongreya Star wiha nirxand: "Kongreya Star ji bo nirxandina karê xwe yê salane civînek li dar xist. Di nav de rewşa siyasî, rêxistinî û plansazî hate diyarkirin. Li gorî yekbûna gel û taybet jinên Efrîn û Şehbayê tê xuyakirin ku Kongreya Star heta astek pir mezin dikarîbû xwe bigihîne jinan, ruxmî hemû astengiyên ku hatin jiyîn, lê dîsa jî berhemên kar û xebatê Kongreya Star hate diyarkirin. Weke jinên Efrîn û Şehbayê  em gihîştin asta ku tevlî hemû karên sazî û civakî bibin. Em hewil didin ku zihniyeta mêr a ku bi hezaran salan hatiye dewamkirin biguhêrînin. Ji bo ku em  civakek azad ava bikin em her têkoşîn dikin."
 
'Dijmin bi rêya qirkirina jinan dixwazin planên xwe pêk bînin'
 
Şêrînê têkîldarî civîna salane ya Kongreya Star wiha axivî: "Li gorî kar û xebata Kongreya Star tê xuyakirin ku kedek pir mezin hatiye dayîn. Bi taybet di hemû çalakiyan de jin beşdar dibin û ji bo mafê xwe şer dikin. Niha jî hemû cîhan di rewşek hesas re derbas dibe. Ji bo ku em wek gel bikaribin li hember van êrîş û komployan bisekinin, divê seknek azad û têkoşinek bê dayîn. Dewlet bi qirkirina jinan civakê tune dikin, ji bo ku em van planan têk bibin, em ê her li ber xwe bidin."
 
Civîn bi pêşniyar û biryaran bi dawî bû.