‘Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan tê meşrûkirin’

  • 14:18 6 Çile 2020
  • Rojane
AMED -  Li dijî zagona pêşniyarnameya nû ya ku rê li ber zêdebûna êrîşên zayendî yên li hemberî zarokan vedike 88 saziyên sivîl daketin qadan û bertekên xwe anîn ziman. Jinan di çalakiyan de gotin: "Em bang li îqtîdarê dikin ku divê ne sûcdar zarok bên parastin.  Divê li dijî zewicandina zarokan tedbir bên girtin û sûcdar ben cezakirin. Em ê şopdarên vê mijarê bin."
 
Zagona pêşniyarnameya nû ya li dijî êrîşên zayendî yên li hemberî zarokan bû sedema nîqaşan. Bi pêşnyarnameya ku bê qebûlkirin re dê êrîşkarên êrîşa zayendî li zarokan dikin bên parastin û zarok dê neçar bimînin ku bi êrîşkarên xwe re bizewicin. 88 saziyên sivîl pêşniyarname şermezar kirin. Jinên endamên saziyên sivîl ên li Amed, Mêrdîn, Êlih, Wan Şirnex, Îzmîr, Dêrsim, Riha, Dîlok, Semsûr, Mêrsîn, Antalya, Enqere û Edeneyê daketin qadan û bi duxayuyineke hevpar pêşniyarname şermezar kirin. 
 
Li Amedê jî bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Firatê (DAKAP) û Tora Têkoşîna li Hemberî Şîdetê li semta Ofîsê ya Yenîşehira Amedê daxuyanî hat dayîn. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Baskê Jinan a CHP'ê, parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, Komeleya Astengkirina Îstîsmar û Îhmalê, Komeleya Derûnasiya Tirkiyeyê, Komeleya Pisporên Xizmeta Civakî, Komeleya Tirkiyê ya Derûniyê ya Ciwan û Zarokan, Komeleya Pisporên Bijîşkên Qada Dadê, Komeleya Xebatên Travmayê, Tora Hevpar ya Astengkirina li Hember Şîdeta li ser Zarokan, Komeleya Pisporên Pergala Dadê, Komeleya Hêviyên Reng û Reng û Komeleya Zarokan a li Her Cihî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla rêvebera Baroya Amedê Gazal Koluman û endama Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Amedê Pinar Karaman ve hat xwendin. Daxuyaniya jinan di bin dorpêça polîsan de pêk hat. 
 
'Mafên zarokan tê binpêkirin'
 
Gazal, di axaftina destpêke de bal kişand ser rewşa zarokan û diyar kir ku dê bi pêşniyarnameyê zarok neçar bimîne ku bi tacizkar û tecawizkarê xwe re bizewice û got: "Ev tişt tenê tê wetaya mafên zarokan tê îhlalkirin û zarok nayên parastin. Dewlet di mijara zarokan de êdî gavan paşve davêjin. Bi pêşniyarnameyê êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan tê meşrûkirin. Ev zagon bi kirasê zewacê zordariya li ser zarokan meşrû dike. Di sala 2016'an de nêzî 3 hezar gûmanbar li gorî pêşnûmeyê dihatin efûkirin ev tişt bibû sedema nîqaşan. Lê îro jî ev hêjmar derketiye 10 hezaran. Ev hêjmar nîşan dide ku sûcdarên 7 hezar zarokên ku bûne mexdûr bê ceza bimînîn." Gazal, destnîşan kir ku divê li hemberî vê yekê bertek bê nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em bi hev re deng bikin û pêşnûmeya ku zewicandina zarokan meşrû dike qebûl nekin." 
 
Metna ku hevpar hatî amadekirin û li gelek bajaran hatî xwendin wiha ye: 
 
“Demek dirêje nîqaşên zewicandina zarokan a bi zorê di rojeva Tirkiyeyê de ne. Li gorî nûçeyên dawiyê, ji hêla AKP'ê ve zewicandina zarokan a di temenê 15'an de wekî krîter hatiye pejirandin. Ev tişt tê wateya meşrûkirina êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan. Li bendê ne ku di dawiya meha çilê de ev pêşniyarme bê meclîsê. Di sala 2016'an de heta îro bi pergalî rê li ber zewicandina zarokan tê vekirin û her wiha êrîşkar jî dê bi efûyê jî girtîgehê derkevin. 
 
Ligel bertek û nerazîbûnên saziyên jinan dîsa jî Qanûna Torbeyê ya sala 2016'an a derbarê cezayên êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan hîn xal ji raya giştî re nehatin aşkerakirin. Niha efûya ku dixwazin derbixin, dê bibe sedema derketin ji girtîgehê ya tecawizkarên ku zarokên 15 salî mexdûr kirine. Ev tişt tê wateya ku êrîşkar  neyên cezakirin û her wiha dê bibe sedema zêdebûna êrîşên li hemberî zarokan jî. Tê xwestin ku êrîşên zayendî yên li hemberî zarokên ku ji 15 salî biçûktir meşrû bê dîtin.
 
Em carek din bang li îqtîdarê dikin ku divê ne sûcdar zarok bên parastin. Divê li dijî zewicandina zarokan tedbir bên girtin û sûcdar ben cezakirin. Divê temenê zewicandinê derxin 18'ê saliyê. Em bang li raya giştî dikin ku di vê mijarê de baldar bin û bişopînin."