Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Fehîme Saruhan ji peywirê hat dûrxistin

  • 10:10 6 Çile 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Fehîme Saruhan, hat zanîn ku bi hinceta “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” ji aliyê Wezîrê Karê Hûndir ve ji peywirê hat dûrxistin.
 
Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fehîme Saruhan, di 13’ê cotmeha 2019’an de bi hinceta “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” ji hêla Serdozgeriya Komara Silopiyê ve hat girtin. Serdozgeriya Komara Şirnexê piştî 45 rojan ji ber delîl kêmin 2'ê kanûna sala 2019'an de bi şertê "kontrola edlî" biryara serbest berdana Fehîmeyê da. 
 
Hat zanîn ku bi hinceta “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsînên ku di derbarê Fehîme de hatiye vekirin, Ji hêla Wezîrê Karê Hûndir ve Fehîme ji peywirê hat dûrxistin. Fehîme Saruhan, bertek nîşanê vê biryarê da û got: "Ev biryar ne biryareke şexsiye. Ev biryar ji bo gel hatiye dayîn. Em bi vîna gel hatin bijartin. Biryara ku derbarê min de hatî dayîn hincete û xwestin min ji peywîrê dûr bixin."