'Hêza 6 jinan zîhniyeta serdest ya mêr tirsand'

  • 09:20 6 Çile 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, derbarê salvegera qetilkirina 6 siyasetmedarên Kurd ên jin de axivî û got: “Hevalên me yên jin ji ber nasnameyên xwe yên polîtîk hedef hatin girtin. Ji ber ew kadroyên pêşeng bûn. Hêza wan zîhniyeta serdest ya mêr tirsand. Hevalên me paşengên xwe afirandin û tovên nû avêtin.”
 
Di nav de damezrînera PKK’ê siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz, endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnera Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatibûn qetilkirin û di ser qetilkirinê de 7 sal derbas bû. Li Sîlopiyê jî endama PM ya DBP’ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir hatin qetilkirin û di ser de 4 sal derbas bû. Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, têkoşîna 6 siyasetmedarên jin vegot û da diyar kir ku bi hêza ji wan girtin eli dijî faşîzm, mîlîtarîzm û kuştinên jinan têkoşîn meşandine.
 
Zelalê got ew her 6 siyasetmedarên jin bi rêzdarî bibîr tîne û got: “Mîrateya me ji wan girtiye em didomînin. Em ê ala wan dewrê paşengên xwe bikin. Hevalên me ji ber nasnameya polîtîk hatin qetilkirin. Ji ber ew kadroyên pêşeng bûn. Hêza wan zîhniyeta serdest tirsand.”
 
Zelalê bi lêv kir ku her 6 jin kadroyên pêşeng yên siyaseta demokratîk bûne û got: “Kujerên wan hîna nehatine darizandin. Kujer hîna nehatine dîtin, an jî kesên Sara û hevalên wê qetil kir, întîxar kiriye, navê wî di MÎT’ê der bas dibe, wê demê ev cînayetên polîtîkin. 6 jin bi zanebûn hedef hatin girtin. Ev jin ji ber nasnameya siyasî hatin qetilkirin. Zîhniyeta ku Hevrîn Xelef qetil kiriye jî heman zîhniyete."
 
Zelalê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane bi pêşengiya jinan berxwedanek tê meşandin û got Şoreşa Rojava jî bi saya jinan li hemû cîhanê hat dîtin û belav bû. Zelalê anî ziman ku wê ew her tim li dijî vê zîhniyetê têbikoşin û got ew wê li qadan, kolanan, di siyasetê û her derê bin.