Huda Kaya: Protokol bê samimiyete, armanc nexweşkirina civakê ye

  • 09:04 6 Çile 2020
  • Rojane

Gülistan Azak

STENBOL - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, der barê protokola ku wezareta dadê û wezareta karê diyanetê der barê perwerda olî ku ji bo girtiyan wê bê dayîn îmze kiriye, axivî û got: “Ev protokolek ne samimiye. Bi polîtîkayên xwe dixwazin civakê û girtiyan nexweş bikin.”
 
Wezareta Dadê û Wezareta Karê Diyanetê ji bo girtiyan protokola yekitiya kar di 3’ê kanûna 2019’an de îmze kiribû. Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên wezareta dadê ve hatiye dayîn de, hat diyar kirin ku ji aliyê miftitiyên navend û navçeyan ve vaîzên girtîgehan hatine peywirdarkirin, dersên ol û ahlaq, xizmetên kursa Kuranê Kerîm, konferans dane û ev bernameyên ji aliyê 585 vaîzan ve pêk hatine, hedef dikin ku ji aliyê hezar û 500 vaîzan ve bên kirin. Her wiha di nava xalên protokolê de jî xalên wek ‘pêşxistina perwerdehiyên olî’, ‘pêşîgirtina sûcan’ û ‘ji bo pêvajoya rehabîlîtekirinê piştgirî’ jî cih digirin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya der barê protokol û armanca wê de axivî.
 
Hudayê got di encama polîtîkayên oldar yên AKP’ê de mîlîsên kolanê û ciwanên kîndar hatine afirandin û got: “Desthilatdarî van koman jî li dijî muxalîfan wek alava êrîşê bikar tîne. Protokola mijara gotinê ye jî ji bo hewldana pêşxistina avabûnên kîndar yên li girtîgehane. Beriya rehabîlîtiya olî divê, şer û mercên mirovane li girtîgehan bê pêşxistin. Li girtîgehan pêkanînên derveyê mirovane li girtiyan tên ferzkirin. Dema mijar wisabe gelo behsa kîjan rehabîlîteyê tê kirin. Ji ber ku mirov li girtîgehan nayên dermankirin, jiyana xwe ji dest didin. Her roj ji girtîgehan tabut derdikevin.”
 
‘Esasa herî girîng a ol, edelet, aştî û aramiye’
 
Hudayê bi lêv kir ku esasa herî girîng a ol, aştî, edelet û aramiye û got: “Ger hûn behsa rehabîlîteya olî dikin, divê ewl hûn esasa ol, edelet, aştî û aramiyê pêk bînin. Niha jî rabûne ji bo mirovên nav çar dîwaran de ne behsa rehabîlîtekirin olî dikin.”
 
Hudayê destnîşan kir ku perwerdehiya olî ya tê gotin wê li girtîgehan bide tenê ji bo muslimanan tê gotin û ev jî kêmasiyeke ku nayê qebûlkirinê ye û got: “Li welat li girtîgehan ji baweriyên cuda, mezhebên cuda tune ne? Gelo wê hewcedariya van kesan çawa pêk bê?”