Jinên li kampê ji ber sermayê berî wextê diwelidin

  • 09:02 6 Çile 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Bijîşka jinan a Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn Olga Roso derbarê jinên ducanî yên li Kampa Waşû Kanî de nirxandin kir. Olgayê teqez kir ku ji ber şer gelek zarok di zikê dayikên xwe de mirine, jinên ku ducanîbûna xwe parastine jî niha ji ber sermayê berî wextê diwelidin.
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê cotmeha 2019'an de êrîşî Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên li ser sînorê navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê kir, di encama van êrîşan de jinên ducanî gelek zerar dîtine. 
 
Du meh in Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Olga Roso jinên ducanî yên ku ji ber şer,topbaran û bombebarana dewleta tirk ji Serêkaniyê koç kirin û di Kampa Waşû Kanî dimînin tedawî dike. Têkildarê rewşê jinên ducanîde  Olga Roso nirxandin kir. 
 
'Ji ber êrîşên ku hatin kirin jinên ducanî zerar dîtine'  
 
Olgayê bandora şer li ser piskolojiya jinên ducanî wiha rave kir: "Jinên ducanî ji ber êrîş, şer, pevçûn, dengê balafiran, topbaran û bombebaranê derûniya wan têk diçe. Ji ber tirsa ku dijîn, gelek zarokên ku hîn ruyê cîhanê nedîtine û bi rengekî rihet neqîriyane, ji ber dayikên xwe diçin, hin jî di zikê dayikê xwe de difetisîn, yan jî berî wexta xwe tên dinê."
 
'Hewaya jî ji bo jinên ducanî girîng e'
 
Olgayê da xuyakirin ku hewaya jinên ducanî pêwîste têde bijîn cûda ye û wiha dewam kir: "Jinên ducanî pêwîste di hewayeke xweş de bijîn.  Mînak pêwîste netirsin, newestin, derûniya wan her şad be û ne aciz bin. Lê ji ber şerê li Serêkaniyê gelek jin dema ku direviyan diketin an jî barê giran radikirin û gelekên wan jî birîdar dibûn. Ev hemû zerarê didin jinên ducanî."
 
'Li Nexweşxaneya ŞehîdLêgerîn tên emeliyatkirin'
 
Olgayê got ku ev du meh in gelek jinên ducanî ameliyat û sezeryan kirine û wiha pêde çû: "Nexweşxaneya Şehîd.Lêgerîn  24 saetan di xizmeta gel û jinên ducanî de ye taybet yên Kampa Waşû Kanî. Ji ber nexweşxaneyên Hesekê têrê nakin, ji sedî 90 jinên ducanî tên vê Nexweşxaneyê. Zarokên ku di heyva 7 heya 8'an de jî çêdibin, eger pêwîstiya wan bi malzaroka demkî hebe jî em wan dixinê. Her wiha piştî koçberiyê û nêzî 2 mehan (37) zayînên xwezayî, (17) sezeryan, (12) zarok jî ji  ber dayîka xwe çûn ango jin hatin kurtajkirin."
 
'Sermaya jî dibe sedema zayîna berî wextê'
 
Olgayê bal kişand ser jinên ducanî yên ku di Kampa Waşû Kanî de dijîn û wiha dom kir: "Pêwîste jinên ducanî taybet di demsala zivistanê de xwe ji sermê biparêzin, xwe aciz nekin û barê giran ramekin, lê ji ber ku di kampê de dijîn û bargiranî, xweacizkirin û serma ku dixwin berî wextê diwelidin anî jî zaroka wan ji ber wan diçe.  ."