'Jin ji bo azadî, wekhevî û edaletê dixebitin'

  • 09:01 6 Çile 2020
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Endama Koordinasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hesna Hesen teqez kir ku bêriya hezar salan rola jinê ya di nava civakê de ji destê wê hat girtin, jina ku bi afrîneriya xwe dihat nasîn afrîneriya wê jê hat dizîn û got: "Lê bi fikir û felsefeya Serok Apo, jinê careke din dewlemendiya xwe bi dest xist."
 
Bêriya hezar salan jina ku her li hember desthilatdarî û bindestiyê, şer kiriye û têkoşîna jinê mezin kiriye, bi qirkirinê re rûbirû maye. Lê îro jin bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan careke din li dîroka xwe vegeriya û bi îradeya xwe dijî. Her wiha bi pêşengtiya jina kurd li rojavayê Kurdistanê destanên jinan hatin nivîsandin. Girêdayî têkoşîna jinê  Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hesna Hesen nirxandin kir.
 
 'Jin vegeriya cewhera xwe'
 
Hesna balkişand ser pergala desthilatdar û wiha got: "Di pergala desthilatdar de jin li mal hatiye hepiskirin û xizmetê mêr û zarokan dikir. Rih û bedena jinê ji aliyê mêrê serdest ve hat desteserkirin. Jinên ku li hember van kiryaran derdiketin bi pêkanînê dijmirovî û qetlîaman re rûbirû diman. Bi derketina fikir û felsefeya Rêber Apo re jin vegeriya cewhera xwe ya rast û gihêşt heqîqeta xwe. Dewletên ku her xwe demokrat didan nasîn jin kole dikirin û bi cil û boyaxan dixapandin. Îro jina kurd li hemû cîhanê bû mînak. Niha jinan bi pêşengiya YPJ'ê artêşa xwe ava kirine û hemû kar û di barên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girtine. Jinên kurd li hember pergala kapîtalîzîmê şer dikin û ji bo ku xwe rizgariyê her roj di perwerdeyan re derbas dibin."
 
'Ji bo azadiyê sêrî hildin'
 
Hesna da zanîn ku jinê ji bo azadiya xwe canê xwe feda kiriye,  bêriya hezar salan rola jinê ya di nava civakê de ji destê wê hat girtin û got: "Lê îro gelek jinên berxwedêr wek Gulê Selmo, dayê Eqîde, Fatma Hecî û gelek jinên berxwedêr, ji bo serfirazî û azadiyê canê xwe feda kirin. Bi pêşengtiya jina kurd berxwedana Serdemê û Rûmetê cîhan hêjand. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate wekhev dijîn, ev jî bi bedelên giran hat vê astê. Banga min ji jinan re heye, ji bo azadiyê serî hildin."