Jinên siyasetmedar li Stenbolê hatin bîranîn

  • 17:57 5 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Jinên siyasetmedar ku li Sîlopî û Parîsê hatin qetilkirin bi çalakiyeke li avahiya HDP'ê ya Stenbolê hatin bîranîn. Di çalakiya bîranînê de parlamentera HDP'ê Remziye Tosun axivî û wiha got: "Heta azadiyê wê ev  têkoşîn berdewam bike."
 
Jinên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an  de di encama êrîşekê de hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyala Şaylemez û 3 jinên ku di 4'ê Çileyê de li Sîlopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya Stenbolê bi çalakiyeke ku hat lidarxistin hatin bîranîn.  Di çalakiya bîranînê de pankarta bi dirûşma "Em ê bi rihê Sakîne, Sêvê yê berxwedanê li ber xwe bidin" hat daliqandin. Di çalakiyê de li gel parlamentera HDP'ê Remziye Tosun , Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê û gelek kesî cih girt. 
 
Çakiya ku bi rêzgirtinê hat destpêkirin bi guhdarkirina muzîkê hat berdewamkirin û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Turkan Kocadag, ji bo siyasetmedarên ku hatin qetilkirin helbest xwend. 
 
'Wê vê cîhanê jin biguherin'
 
Ti çalakiyê de aktîvîsta TJA'yê Cemîle Çelîk axivî û got ku qetilkirina siyasetmedarên jin ên kurd berdewamiya komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev komplo herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Em soza têkoşînê didin jinên kurd û wê vê cîhanê jin rizgar bikin û biguherînin" 
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Piştre parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun axîvî û ev tişt got: "Jin her roj dibin hedefa êrîşan û divê ku li dijî van êrîşan ala têkoşînê bilindtir bikin. Em soz didin Skîneyan û Sêvêyan ku em ê heta azadiyê vê têkoşînê bidomînin."
 
Bîranîn piştî axaftinên jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.