Ji bo zarokên pakrewanan şahî hat lidarxistin
- 14:22 31 Kanûn 2019
- Rojane
HESEKÊ - Komîteya Jinê ya Navçeya Giwêran bi girûpa Xweşkên Rojava şahî ji bo zarokên malbatê şehîdan li dar xistin.
Bi boneya hatina sala 2020'an Komîteya Jinê ya Navçeya Giwêran a bajarê Hesekê bi girûpa Xweşkên Rojava şahiyek li navenda navçeya Giwêran ji bo zarokên şehîdan li dar xistin. Di şahiyê de 30 zarokên şehîdan û dayikên wan amade bûn. Navend bi dara salê û nepoxan hatibû xemilandin. Şahî bi hatina kalê sersalê dest pê kir.
Şahî bi dîlan, lîstokan û bi belavkirina diyariyan ji aliyê kalê sersalê ve dewam kir.
Şahî bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû.