Ji bo zarokên pakrewanan şahî hat lidarxistin 2019-12-31 14:22:40   HESEKÊ - Komîteya Jinê ya Navçeya Giwêran bi girûpa Xweşkên Rojava şahî ji bo zarokên malbatê şehîdan li dar xistin.   Bi boneya hatina sala 2020'an Komîteya Jinê ya Navçeya Giwêran  a bajarê Hesekê bi girûpa Xweşkên Rojava şahiyek li navenda navçeya Giwêran ji bo zarokên şehîdan li dar xistin. Di şahiyê de 30 zarokên şehîdan û dayikên wan amade bûn. Navend bi dara salê û nepoxan hatibû xemilandin. Şahî bi hatina kalê sersalê dest pê kir.   Şahî bi dîlan, lîstokan û bi belavkirina diyariyan ji aliyê kalê sersalê ve dewam kir.   Şahî bi belavkirina şêraniyê bi dawî bû.