'Bila xala 6284 neyê rakirin û qanûnên parastinê zêdetir bên derxistin'
- 10:27 31 Kanûn 2019
- Rojane
KOCAELÎ - Endamên Komeleya Ekmek û Gul ya Piştevaniyê ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan a li Derînceyê pêk hat şermezar kirin gotin, "Bila xala 6284 û Peymana Stenbolê neyên îptalkirin û bila qanûnên ku jin û zarokan diparêzêin bên zêdekirin. Em ne dest ji jiyanê berdidin û ne jî dest ji mafên xwe berdidin."
Endamên Komeleya Ekmek û Gul ya Piştevaniyê ku êrîşa zayendî ya li dijî zarokan a li Derînceyê pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de dowîzên "Zarok bêdeng bimîne jî tu bêdeng nemîne" "Nebe hevkarê sûc" û "Li dijî destavêtinê bêdeng nemîne" hatin hilgirtin.
Daxuyaniya ku gelek jin tevli bûn ji aliyê Endama Komeleya Ekmek û Gul Elîf Yetigîn ve hat xwendin û wiha hat gotin: "Bila xala 6284 û Peymana Stenbolê neyên îptalkirin û bila qanûnên ku jin û zarokan diparêzêin bên zêdekirin. Em ne dest ji jiyanê berdidin û ne jî dest ji mafên xwe berdidin. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî pêk neyên em banga piştevaniyê ji bo komeleya xwe li jinan dikin. "