Bi armanca piştevaniyê li Dêrikê şahî hat lidarxistin

  • 10:04 31 Kanûn 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Navenda Çand û Hunerê ya Şehîd Dîcle ya Dêrikê, ji bo pişgirtiya QSD'ê, şahiyek li dar xist.
 
Navenda çand û Hunerê Şehîd Dicle ya bajarê Dêrikê ku girêdayî Kantona Qamişloyê ye, ji bo pişgirtiya  QSD'ê, şahiyek li dar xist. Şahî bi tevlîbûna bi dehan şêniyên bajarê Dêrikê, bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê stranên şoreşgerî ji aliyê hunermend Nûman Amed ve hatin pêşkêşkirin.
 
Şahiya hat lidarxistin bi gerandina govendê bi dawî bû.