'Bila ev sal bibe sala rizgarkirin û serkeftinê'

  • 09:04 31 Kanûn 2019
  • Rojane
 
 
Şêrîn Zêrevan 
 
QAMIŞLO - Jinên bajarê Qamişloyê ji bo sala nû daxwazên xwe anîn ziman û dan zanîn ku hêviya wan ew e ku sala 2020'an bibe sala serkeftina welatê wan û gotin: "Em hêvî dikin ku hemû koçber vegerin warê xwe û zarokên me bikaribin li ber dêriyê xwe bê tirs bileyîzin."
 
Jinên bajarê Qamişloyê têkildarî sala nû hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ew naxwazin zarok bimirin, ew dixwazin zarok li kolanan bilîzin û dixwazin gelê ku ji ber êrîşên dewleta tirk neçar mane koçber bibin vegerin ser axa xwe û bi azadî û aramî jiyana xwe bidomînin. 
 
'Bila ev sal bibe sala rizgarkirin û serkeftinê'
 
Raniya Ebdullah hêviyên xwe ji bo sala nû wiha anî ziman: "Sala 2019'an salek têr û tije bû. Di vê salê de gelek guhertin çêbûn. Şerê 9'ê cotmehê gelek zirar gîhand gelê me. Loma hêviya min ji bo sala nû ew e ku ev sal bibe sala serkeftin û rizgarkirina cihên hatiye dagirkirin."
 
'Em welatê xwe ji nû ve şên bikin'
 
Şêrîn Sîdo ya ji navçeya Til Temirê ye daxwazên xwe wiha parve kir: "Xwesteka me ji bo sala nû ew e ku, saleke xêr û xweşî be. Hêviya me ew e ku gelê me yê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçber bûne, vegerin li ser axa xwe û em bi hev re welatê xwe ji nû ve şên bikin û bi hev re bijîn."
 
'Em bi hev re bê tirs bijîn'
 
Ebîr Meraha jî sersala hemû kesan pîroz kir û wiha domand: "Sersala nû ez li hemû mirovan pîroz dikim. Hêviya me ew e ku ev sal aşitiyê û serkftinê li ser welatê me belav bike. Xwesteka me ew e gelê koçber bûne vegerin ser axa xwe û em bi hev re wek rojên berê bê tirs bijîn."
 
'Hêviya min ew e, şer li tevahî cîhanê bi dawî bibe'
 
Efîfe Silêman a ji navçeya Tirbespiyê ye hêviyên xwe bi van gotinan anî ziman: "Xwesteka me ew e ku di sala nû de teqîn êdî di bajarê me de çênebin. Hêviya min ew e ku şer li tevahî cîhanê bi dawî bibe û pêşerojek xweş û geş li pêşiya me be."
 
'Rewşa koçberan giran e'
 
Botan Omer diyar kir ku ew hêvî dikin ku di sala nû de şer raweste û wiha dewam kir: "Di vê sersalê de gelê me di bin konan de derbas dikin. Rewşa wan a jiyanî gelek giran e, ji ber gelek sar e. Xwesteka min ew e ku şêniyên Girê Sipî û Serêkaniyê bajarê wan ji desthiladariyê rizgar bibe û vegerin malên xwe."
 
'Em dixwazin zarokên me bê tirs li kolanan bileyîzin'
 
Şehnaz Hûç hêviyên xwe wiha parve kir: "Daxwazên me yek e ew jî di sala nû de şer raweste. Ji ber ku sala 2019'an salek pir bi êş û keder bû. Em dixwazin zarokên me bê tirs li kolanan bileyîzin, êdî nema dengê top û çekan bibihîsin."