'Sala 2020'î dê bibe sala yekbûna gelan'

  • 16:36 30 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengiya Partiya Yekitiya Demokratîk, bi dirûşma "Em ê sala 2020'î bikin sala yekitiya tevgerên kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" meşek li dar xistin.
 
Bi pêşengtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlîbûna partiyên siyasî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi li Kobanê meşek bi dirûşmeya "Em ê sala 2020’î bikin sala yekitiya tevgerên kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” hat lidarxistin. Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşe de alên PYD’ê û pankartên bi nivîsa 'Rizgarkirina Efrînê rizgarkirina Sûriyeyê, ji teror û dagirkeriya Tirkiyeyê re na' û 'Bimre dagirkerî bijî berxwedan' hatin hildan. Piştî meşê, Rewşen Haçim li ser navê PYD'ê axivî. 
 
Rewşen, diyar kir ku sala 2020'î dê bikin sala yekitiya kurdan û wiha pê de çû: "Sala 2020’an em li Rêberê Apo, şervanên azadiyê, hevalên zîndanan  û gelê herêmê pîroz dikin. Armanca kombûna me li vir ew e ku em sala 2020’an bikin sala yekitiya tevgerên kurdî û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Îro herî zêde pêwistiya me bi yekitiya gelan heye. Her wiha armanca kombûna me ew e ku em piştgiriya xwe bi QSD’ê û Rêveberiya Xweser re bidin diyar kirin. Destûra ku îro li vir tê çêkirin pêşeroja vî gelî dide diyar kirin. Lê em tê de tunene û nûnertiya me nake ji ber vê yekê em van destûran qebûl nakin. Ji ber van sedeman me nedikarî yekrêziya xwe ava bikin. Em hêvî dikin ku sala 2020'î bibe sala pêkanîna xewn û xeyalên vî gelî."
 
Meş bi bezkirina dirûşmeyan bi dawî bû.