Jinên Şengalê: Bila sala 2020'î bibe sala azadiya gelan

  • 16:24 30 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞENGAL - Endamen Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi minasebeta sala nû nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Em hêvî dikin ku sala 2020'an ji bo hemû gelan bibe sala azadiyê. "
 
Sala 2019'an ji bo civaka Êzidiyan saleke têr û tijê derbas bû. Jinên Êzidî îsal bi taybetî li ser rêxistinbûna xwe û xebatên civakî rawestiyan. Bi hatina sala nû re jî endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hêviyên xwe ya sala nû anîn ziman. 
 
Fehîme Sileyman sala nû pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Sala 2019'an salekê zehmet bû, lê ligel zehmetiyan me karê xwe kir. Em ji sala nû bi hêvine ku jin û zarokên ku di destê DAÎŞ'ê de ne rizgar bibin. Ez hêvî dikim ku ev sal bibe sala azadiya Reber Apo. Em ê sala nû bêtir lêz bidin xebatên xwe."
 
Emşê Xirmiş, derbarê sala nû de wiha hestên xwe anî ziman: "Em sala 2020 li hemû gelên azadixwez pîroz dikin. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo civaka Êzidî û jinan bibe salekî baştir. Em ji bo sala nû gelek plansazî daye li ber xwe û em ê plansaziya xwe pêk bînin. Em ê rêxistinbûna xwe û saziyên xwe bêtir çalaktir bikin."
 
Neam Bedal wiha hêviyên xwe rêz kir: "Ez sala nû li tevahiya civaka me pîroz dikim. Sala 2020'an ji bo gel, civaka me û Rêber Apo bibe sala azadiyê. Sala 2019'an bi zehmetî û serkeftinan re derbasbû. Em dixwezin sala 2020'an bêtir lêz bidin kar û xebatên xwe û rêxistinbûna xwe xûrtir bikin."