Li zarokên Şengalê diyarî hatin belavkirin
- 15:20 30 Kanûn 2019
- Rojane
ŞENGAL - Biboneya hatina sala nû ya 2020'an Weqfa Alîkariya Jinên Êzidî ji bo zarokan diyarî belav kirin.
Weqfa Alîkariya Jinên Êzidî bi hatina sala nû re li Baxçeya Zarokan merasîmek organîzekirin û diyarî dan zarokan. Ji rêvebera Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Ferîde Sedo bal kişand ser merasîmê.
Ferîde, di destpêka axaftina xwe de sersala nû li hemû gelan pîroz kir û got: "Me xwest em ji bo zarokan bernameyek taybet organîze bikin û zarokan kêyfxweş bikin. Me xwest zarok bi kêyfxwejî sala nû pêşwazî bikin. Kêyfxwejiya zarokan kêyfxweşiya me hemû ya ne. Me ji bo zarokan diyarî amade kirin û bi vê merasîmê em diyariya zarokan belav dikin."