Desteya jinê bi şahiyekê sersala zarokan pîroz kir

  • 15:01 30 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Desteya Jinê ya herêma Firatê bi şahiyekê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê sersala zarokan pîroz kir.
 
Bi pêşengtiya Desteya Jinê ya Herêma Firatê bi şahiyekê sersala zarokan pîroz kir. Şahî li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan zarok amade bûn. Zarok bi cil û bergên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Her wiha zarokên astengdar jî beşdarî şahiyê bûn. 
 
Şahî bi belavkirina xelatan ên ji aliyê Kalê sersalê ve hat destpêkirin. Paşê li ser navê Desteya Jinê ya herêma Firatê Mizgîn Rozîn axivî û sersala zarokan pîroz kir û wiha got: "Di destpêkê de em xêrhatina hemû zarokan dikin. Em salekê li pêy xwe dihêlîn. Di sala 2019'an de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan, birîndar û koçber bûn. Em bi hêvî ne ku sala 2020'an wê bibe sala kêfxweşî û hemû zarokên me di nava jiyanek bi ewle de bijîn." 
 
Paşê zarokên bexçeya Ş. Zozan û Rîmas reqisîn. Zaroka bi navê Êva Ebas û Rewan Ebas stran pêşkêş kirin. Di nava zarokên ku beşdarî şahiyê bûbûn pêşbirka çiwal û hêkê  lîstin. Zarokên ku bûn yekemîn xelat li wan hatin belavkirin. 
 
Şahî bi pêşbirka mamikan bi dawî bû.