Hevşaredarên Sûrê hatin sirgûnkirin
- 11:23 30 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bulûttekîn û Cemal Ozdemîr ku piştî peywira wan bi dawî kirin û piştre jî hatin girtin sirgûnî Erziromê hatin kirin.
Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin di 23’ê Kanûnê de hatin girtin. Buluttekîn û Ozdemîr ên li Girtîgeha Amedê dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatin kirin.
Hat zanîn ku bi sedema ewlehiyê hevşaredaran bi rêya hewayî birine Erziromê.