Hevşaredarên Sûrê hatin sirgûnkirin 2019-12-30 11:23:42   AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bulûttekîn û Cemal Ozdemîr ku piştî peywira wan bi dawî kirin û piştre jî hatin girtin sirgûnî Erziromê hatin kirin.    Hevşaredarên Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr ên ji wezîfeyê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin di 23’ê Kanûnê de hatin girtin. Buluttekîn û Ozdemîr ên li Girtîgeha Amedê dihatin ragirtin sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatin kirin.   Hat zanîn ku bi sedema ewlehiyê hevşaredaran bi rêya hewayî birine Erziromê.