Hevseroka Şaredariya Vartoyê hat sirgûnkirin
- 10:49 29 Kanûn 2019
- Rojane
OSMANÎYE - Hevseroka Şaredariya Vartoyê ya girtî, Ulku Karaaslan ji Mûşê sirgûnî Osmaniyeyê hat kirin.
Hevseroka Şaredariya Vartoyê, Ulku Karaaslan di 19'ê Kanûnê de hatibû girtin û di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Osmaniyeyê hat kirin.
Her wiha hat hînbûn ku 9 girtiyên di 2'yemîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Osmaniyeyê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.