Hevseroka Şaredariya Vartoyê hat sirgûnkirin 2019-12-29 10:49:28   OSMANÎYE - Hevseroka Şaredariya Vartoyê ya girtî, Ulku Karaaslan ji Mûşê sirgûnî Osmaniyeyê hat kirin.    Hevseroka Şaredariya Vartoyê, Ulku Karaaslan di 19'ê Kanûnê de hatibû girtin û di 26'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Osmaniyeyê hat kirin.    Her wiha hat hînbûn ku 9 girtiyên di 2'yemîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Osmaniyeyê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.