Dengbêjan kilamên xwe ji bo Roboskê gotin

  • 16:28 28 Kanûn 2019
  • Rojane
VAN - DÎSA-DER'ê ku ji bo balê bikişîne ser ziman û çandê çalakî li dar xist. Dengbêjan di çalakiyê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskê gotin. 
 
Li Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ji bo balê bikişîne ser pişaftina li ser zimanê kurdî li avahiya komeleyê çalakiya dengbêjan li dar xist. Jinên dengbêj bi kiras û fîstanên xwe yên reng bi ren beşdarî şahiyê bûn û li gel aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Dengbêj Meryem Tuncer di bernameyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên ziman. 
 
Meryem bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Roboskê ye û got ew klamên xwe diyarî 34 qûrbaniyên Roboskê dikin. 
 
Piştî axaftina Meryemê dengbêjan bi dorê kilam gotin û diyarî Roboskê kirin.