Dengbêjan kilamên xwe ji bo Roboskê gotin 2019-12-28 16:28:34   VAN - DÎSA-DER'ê ku ji bo balê bikişîne ser ziman û çandê çalakî li dar xist. Dengbêjan di çalakiyê de kilamên xwe ji bo qûrbaniyên Roboskê gotin.    Li Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ji bo balê bikişîne ser pişaftina li ser zimanê kurdî li avahiya komeleyê çalakiya dengbêjan li dar xist. Jinên dengbêj bi kiras û fîstanên xwe yên reng bi ren beşdarî şahiyê bûn û li gel aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Dengbêj Meryem Tuncer di bernameyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê yên ziman.    Meryem bi bîr xist ku salvegera Komkujiya Roboskê ye û got ew klamên xwe diyarî 34 qûrbaniyên Roboskê dikin.    Piştî axaftina Meryemê dengbêjan bi dorê kilam gotin û diyarî Roboskê kirin.