Serlêdana malbatan a ji bo çûna Îmraliyê hat redkirin

  • 12:37 28 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê serlêdana malbatan a ji bo biçin Îmraliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliye ziyaret bikin red kir. 
 
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê û xizmên xwe ziyaret bikin serî li dozgeriyê dabûn. Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdanên malbatan red kir. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan; Mehmet Ocalan û vasiyê Ocalan Mazlum Dînç red kir. 
 
Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê serlêdanên birayê Omer Hayrî Konar, Emin Konar; birayê Hamili Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysi Aktaş, Melihe Çetin û keça Polat Eylem Çetin red kir. 
 
Girtiyên siyasî Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ku wekî Sekreterya çûn Îmraliyê û şûnde di 15'ê Adara 2015'an bi malbatan re hevdîtin kiribûn. Hamili Yildirim jî piştî çû Îmraliyê di 15'ê Tîrmeha 2015'an de bi malatê re hevdîtin kiribûn. Girtiyan piştî wê demê tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de çûn Îmraliyê û wekî din hemû serlêdanên wan hatine redkirin.