Li girtîgeha Dîlokê gardiyanan girtî tehdît kirin

  • 12:37 28 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên siyasî ku bi nameyekê ji Girtîgeha Dîlokê binpêkirina mafan ji derve re ragihandin, diyar kirin ku ewlehiya jiyana wan dixeterê de ye. Girtiyan diyar kir ku ew ji aliyê qerdiyanan ve bi zext, heqaret û tundiya fizîkî re rûbirû dimînin. 
 
Binpêrina mafan li girtîgehan berdewam dike. Girtiyên siyasî  ku li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê dimînin, pirsgirêkên ku li girtîgehê dijîn bi nameyekê bi rêya malbata xwe ragihandin.
 
'Gelek hevalên me li erdê radizên'
 
Girtiyeke ku di nameya xwe de diyar kir li Girtîgeha Tîpa L 10 jin dimînin, wê binpêkirina mafan ku li girtîehan pê re rûbirû dimînin bi nameyekê berê jî ragihandibû, lê nameya wê ji aliyê reveberiya girtîgehê ve hatiye desteserkirin û di nameya ku bi rêya malbata xwe şan de wiha dibêje: "Ji ber astengiyên ku tên kirin em bi rêya parêzer û malbatên xwe dikarin pirsgirêkên xwe ji derve re ragihînin. Ji ber ku kapasteya qawîşa me têra me nake gelek hevalên me li erdê radizên.  Yek jê 60 salî dayikên me yên kal û nexweş hene. Dermanên wan an dereng didin wan an jî nadin wan. Pêdiviyên mirovî yên wekî mase kursî û sarincê nadin me. Ji ber ku çile ye sare, betaniyeke din nadin û ava ger jî asteng dikin. "
 
Rêveberiya girtîgeha Dîlokê: Vê der girtîgeha mêran e
 
Girtiya name şand diyar kir ku mafê wan ê derketina hewadariyê tê astengkirin û wiha berdewam kir: "Meşa di yek rêzê de li me tê ferzkirin. Dema ku em van pêkanînên kêfî qebûl nakin jî mafê me yê derketina revîrê, hevdîtinê spar û hrwd. tê astengkirin.  Cezayê yek huceryê û muayenekirina bi kelepçe li me dibirin. Alavên kirtasiyê şandina wan a ji derve de û ji hundir ji bo derve tê qedexekirin. Rêvebeiya girtîgehê dibêje, 'vir girtîgeha mêran e' û kursê ji bo me venake. Pêdiviyên me yên jiyanî ku em ji kantînê distînin jî bi hinceta li qawîşên din hat belav kirin qediyan nadin me."
 
'Ewlehiya jiyana me nîne'
 
Girtiya ku diyar kir ji mafê revîrê ji 2-3 hefteyan carekê dikarin sû dê bigirin wiha dawî li nameya xwe anî: "Piştî ku em li derî didin me dibin revîrê. Ji ber ku em girtiyên siyasî ne daxwaza me ya hevdîtinê ku em ji rêveberiya girtîgehê dikin piştî bi mehekê bersiva wê ji me re tê.  di 13.12.2019'an de kargoyên du hevalên me hatin. Bi hincet pêkanîna nasnameyê destûr nedan ku hevalên me kargoyên xwe bigirin.  Li gel ku me berê ji rêveberiya gitîgehê re gotibû em nasnameyê li ser xwe nagerînin jî disa ferz dikin.  Piştî wê ji girtek derbarê hevalên me de girtin û lêpirsîna cezayê disîplînê derbarê wan de hat destpêkirin û piştre ji ber ku bêhiqûqî hebû lêpirsîna disîplînê hat betalkirin.  Lê pirsgirêk naqedin. Li dijî me girtiyên siyasî li vê girtîgehê tahrîkirin heye. Ji ber pirsigirêkên ku me dijîn ewlehiya jiyana me tune ye."