Li Til Temîrê Noel hat pîroz kirin

  • 13:40 25 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Aşûrî û ermeniyên ku rojbûna Pêxember Yesû El-Mesîh pîroz kirin hêvî û daxwazên xwe anîn ziman û gotin: "Daxwaza me jî ji gelê me yên ku derketine derveyî welat dîsa vegerin ser axa xwe."
 
Îro, serê sibehê li ser dengê zingilên Dêra Meryem El-Ezra a ku li navçeya Til Temirê dikevê, gelê aşûrî, ermenî û suryanî berê xwe dan dêrê û rojbûna pêxemberê xwe pîroz kirin. Jinên Aşûrî û Ermenî yên ku cejin pîroz kirin nêrînên xwe anîn ziman.
 
'Rojeke nû ye' 
 
Welîda Davîd ku bi eslê xwe Ermen e cejin wiha pênase kir: "Ev rojbûna pêxember ji bo gelê me û tevahî cîhanê rojeke nû ye, di vê rojê de tîrêjên aştiyê li tevahî cîhanê belav dibe. Em di vê cejinê de kêfxweşî û aştiyê ji tevahî cîhanê re hêvî dikin."
 
'Daxwaza me dewleta tirk ji Sûriyê derkeve'
 
Welîdayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û ev tişt hêvî kir: "Em hêvî û daxwaz dikin ku dewleta tirk ji xaka me derkevê û vegerê paş sînorê xwe  û dîsa aramiyê Sûriyeyê vegere wekî berê."
 
'Bila vegerin ser axa xwe'
 
Hîlda Sîmon a Aşûrî jî wiha got: "Tevî ku hejmara aşûrî, ermenî û suryaniyên navçeya Til Temir ne wekî berê ne jî, lê em parastina çand û dîroka xwe dikin û daxwaza me jî ji gelê me yên ku derketine derveyî welat dîsa vegerin ser axa xwe."