Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyeyê kirin
- 12:22 23 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr, sewqî edliyeyê kirin.
Hevşaredarên Navçeya Sûrê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekin, Cemal Ozdemîr û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken ên di 20'ê kanû de binçav kirin û biribûn Şaxa TEM'ê ya Amedê sewqî edliyê kirin.
Piştî lêpirsîna hevşaredar û endamên meclîsê bi dawî bû îro sewqî edliyê kirin. Tê payîn ku li dozgeriyê îfade bidin.
Piştî hevşaredar hatin binçavkirin roja din qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kiribkûn.