Hevşaredarên Sûrê sewqî edliyeyê kirin 2019-12-23 12:22:43   AMED - Hevşaredarên Sûrê Fîlîz Buluttekin û Cemal Ozdemîr, sewqî edliyeyê kirin.    Hevşaredarên Navçeya Sûrê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Buluttekin, Cemal Ozdemîr û endamê Meclîsa Şaredariyê Yilmaz Eken ên di 20'ê kanû de binçav kirin û biribûn Şaxa TEM'ê ya Amedê sewqî edliyê kirin.    Piştî lêpirsîna hevşaredar û endamên meclîsê bi dawî bû îro sewqî edliyê kirin. Tê payîn ku li dozgeriyê îfade bidin.    Piştî hevşaredar hatin binçavkirin roja din qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kiribkûn.