Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
- 12:07 21 Kanûn 2019
- Rojane
STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.
Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç duh bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir.
Malbatên girtî Omer Harî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dabûn û serlêdana wan jî hat redkirin.