Serlêdana malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin 2019-12-21 12:07:29   STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç duh bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdanê red kir.    Malbatên girtî Omer Harî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriyê dabûn û serlêdana wan jî hat redkirin.