Parêzerên Abudllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

  • 16:02 19 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilid a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li serdozgeriyê dan. Ji parêzerên Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç, bi boneya bi Ocalan re hevdîtin bike, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 sal şûnde di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û herî dawî 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê. 
 
Ji hevdîtina 7'ê Tebaxê û heta niha serlêdan hemû bê bersîv mane.