Parêzerên Abudllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-12-19 16:02:56   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilid a Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li serdozgeriyê dan. Ji parêzerên Ocalan Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dinç, bi boneya bi Ocalan re hevdîtin bike, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rezan Sarica, piştî 8 sal şûnde di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û herî dawî 7'ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê.    Ji hevdîtina 7'ê Tebaxê û heta niha serlêdan hemû bê bersîv mane.