Ji bo zarokên Serêkaniyê û Girê Spî şahî hat lidarxistin
- 14:51 19 Kanûn 2019
- Rojane
HESEKÊ- Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn ji bo zarokên koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyek hat lidarxistin.
Bi armanca moreldayîna zarokên koçber ên Serêkaniyê û Girê Spî ku di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de koçber bûn e û li dibistana Hesekê bi cih bûne, Tevgera Kevana Zêrîn li dibistana Telb Alazawî û Merwan Alywsef ya Hesekê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de Tevgera Kevana Zêrîn stran û govendên gelêrî pêşkêş kir û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.