Ji bo zarokên Serêkaniyê û Girê Spî şahî hat lidarxistin 2019-12-19 14:51:57   HESEKÊ- Bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn ji bo zarokên koçberên Serêkaniyê û Girê Spî şahiyek hat lidarxistin.   Bi armanca moreldayîna zarokên koçber ên Serêkaniyê û Girê Spî ku di encama êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê de koçber bûn e û li dibistana Hesekê bi cih bûne, Tevgera Kevana Zêrîn li dibistana Telb Alazawî û  Merwan Alywsef ya Hesekê şahiyek li dar xist.    Di şahiyê de Tevgera Kevana Zêrîn stran û govendên gelêrî pêşkêş kir û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.