Ji hevşaredaran 3 kes hatin berdan 2 hevşaredar jî hatin girtin
- 09:16 19 Kanûn 2019
- Rojane
MÛŞ - Hevşaredara Gimgimê Ûlkû Karaaslan û hevşaredarê Kopê Adnan Topçû bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin.
Li Mûşê, duh serê sibehê bi ser malên Hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçû û Hevşaredarên Gumgumê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan de hatibû girtin û hatibûn binçavkirin. Îro li gel ku lêpirsînên wan ên li emniyetê bi dawî nebûbûn qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gumgumê Mahmût Yalçin û hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û hevşaredara Gimgimê Ûlkû Karaaslan bi hinceta "Propagandaya rêxistinê"hatin girtin.
Hevşaredar Ûlkû û Adnan şandin girtîgeha Muşê ya tîpa E'yê.