Ji hevşaredaran 3 kes hatin berdan 2 hevşaredar jî hatin girtin 2019-12-19 09:16:13       MÛŞ - Hevşaredara Gimgimê Ûlkû Karaaslan û hevşaredarê Kopê Adnan Topçû bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" hatin girtin.     Li Mûşê, duh serê sibehê bi ser malên Hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçû û Hevşaredarên Gumgumê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan de hatibû girtin û hatibûn binçavkirin. Îro li gel ku lêpirsînên wan ên li emniyetê bi dawî nebûbûn qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gumgumê Mahmût Yalçin û hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk  bi şertê kontrola edlî hatin berdan.     Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û hevşaredara Gimgimê Ûlkû Karaaslan bi hinceta "Propagandaya rêxistinê"hatin girtin.    Hevşaredar Ûlkû û Adnan şandin girtîgeha Muşê ya tîpa E'yê.