Şêniyên Taxa Eşrefiyê êrîşa dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin
- 16:54 18 Kanûn 2019
- Rojane
HELEB - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk şêniyên Taxa Êşrefiyê ya Bajarê Helebê meşek girseyî li dar xistin.
Bi pêşentiya Meclîsa Taxa Êşrefiyê ya Bajarê Helebê û bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna sedan ji şêniyên taxa Eşrefiyê, sazî û dezgehan wê pêk hat. Di meşê de wêneyên zarokên komkujiya Til Rifetê û wêneyên pakrewan û alanên Kongreya Star, her wiha pankertên weke "Na ji dagirkeriyê re ", "Em ê tola zarokan hilînin", "Axa me rûmeta me ye","Qatîl Erdogan" hatin hildan. Meş ji pêşiya qada Şehîd Serbest dest pê kir û li Gulistana Istîqamê rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hat kirin.
'Me xeta berxwedan û serkeftinê hibijartiye'
Li ser navê Kongreya Star Hene Kerdûş wiha got: "Em hemû şehîdên ku canê xwe feda kirine, em bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin. Em bi gelek êrîşan re rû bi rû mane. Dewleta tirk dixwaze me tune bike û îredeya Gelê Kurd tune bike. Me xeta berxwedanê û serkeftinê hibijartiye û em ê bi têkoşîna xwe dagirkeriyê têk bibin. Erdogan zarokan qetil dike û dibêje em li aştiya gel digerin, gelo ma bi kuştina zarok û jinan aşîtî wê pêk were? Em bang li dewletên navneteweyî dikin kû bertek û sekna xwe li hember dagirkeriya Erdogan bidin nîşandan."
Meş bi dirûşma"Bijî berxwedana QSD'ê", "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû .