Polîsan bi ser malan de girt gelek kes hatin binçavkirin
- 11:27 17 Kanûn 2019
- Rojane
EDENE / MELETÎ - Li Edene û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin.
Polîsan li Edene û Meletiyê li ser fermana Dozgera Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin. Polîsan li Taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser mala malbata Ferhat Sezgin de girt û Ferhat li malê binçav kirin. Polîsan gelek pirtûkên Ferhat jî desteser kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.
Li Meletiyê jî binçavkirin
Polîsan li Meletiyê jî bi ser gelek malan de girt û Hevseroka ESP'ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP'ê Gule Doğan, Reyhan Bakır û Hatun Aydin binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.