Polîsan bi ser malan de girt gelek kes hatin binçavkirin 2019-12-17 11:27:07   EDENE / MELETÎ - Li Edene û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin.    Polîsan li Edene û Meletiyê li ser fermana Dozgera Komarê ya Edeneyê bi ser gelek malan de girt û 8 kes binçav kirin. Polîsan li Taxa Selahattin Eyyubî ya navçeya Yuregir a Edeneyê bi ser  mala malbata Ferhat Sezgin de girt û Ferhat li malê binçav kirin. Polîsan gelek pirtûkên Ferhat jî desteser kirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.    Li Meletiyê jî binçavkirin    Polîsan li Meletiyê jî bi ser gelek malan de girt û Hevseroka ESP'ê ya Meletiyê ya berê Ayşe Işik, Rêvebera Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSKD) Sayime Tuncel, Hatice Zengin û namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya berê Betul Kurnaz Kiliç û endamên HDP'ê Gule Doğan, Reyhan Bakır û Hatun Aydin binçav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.