Li Stenbolê malên Elewiyan hatin nîşankirin

  • 11:41 16 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Li Sultangaziyê malên Elewiyan hatin nîşankirin û nivîsên gefxwarinê hatin nivîsandin. 
 
Li Navçeya Sultangaziya Stenbolê malên Elewiyan hatin nîşankirin û nivîsa "Hûn ê bên kuştin" hat nivîsandin. Her wiha ev bûyer di 28'ê Mijdarê li Navçeya Gaziemir a Îzmîrê pêk hatibû. Ser deriyên kurdên elewî yên li Kuçeya Yeşil a Îzmîrê hatibû nîşankirin û hatibûn tehdîtkirin.