Li Stenbolê malên Elewiyan hatin nîşankirin 2019-12-16 11:41:25   STENBOL - Li Sultangaziyê malên Elewiyan hatin nîşankirin û nivîsên gefxwarinê hatin nivîsandin.    Li Navçeya Sultangaziya Stenbolê malên Elewiyan hatin nîşankirin û nivîsa "Hûn ê bên kuştin" hat nivîsandin. Her wiha ev bûyer di 28'ê Mijdarê li Navçeya Gaziemir a Îzmîrê pêk hatibû. Ser deriyên kurdên elewî yên li Kuçeya Yeşil a Îzmîrê hatibû nîşankirin û hatibûn tehdîtkirin.