Çalakiya jinên Mêrdînê didome

  • 13:29 11 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di navbera polîsan de û jinên ku li dijî pêkanînên DEDAŞ'ê çalakîya rûniştinê li dar xistin pevçûn derket. 
 
Li Kuçeya Cumhuriyetê ekibên DEDAŞ'ê tevî polîsan xwestin panoyên elektirîkê li ser dîrakan bixin. Lê jinan bertek nîşanî vê yekê dan û dest bi nobetê kiribûn. 
 
Gengişiya li cihê bûyerê didome
 
Di navbera jinên ku li ber kepçeyê rûniştin û nexwestin panoyên elektirikî bi ser dîrekan bê xistin û polîsan de pevçûn çêbû. Gengişiya li cihê bûyerê didome.