Çalakiya jinên Mêrdînê didome 2019-12-11 13:29:56   MÊRDÎN - Di navbera polîsan de û jinên ku li dijî pêkanînên DEDAŞ'ê çalakîya rûniştinê li dar xistin pevçûn derket.    Li Kuçeya Cumhuriyetê ekibên DEDAŞ'ê tevî polîsan xwestin panoyên elektirîkê li ser dîrakan bixin. Lê jinan bertek nîşanî vê yekê dan û dest bi nobetê kiribûn.    Gengişiya li cihê bûyerê didome   Di navbera jinên ku li ber kepçeyê rûniştin û nexwestin panoyên elektirikî bi ser dîrekan bê xistin û polîsan de pevçûn çêbû. Gengişiya li cihê bûyerê didome.