Hevşaredarên di bin çavan de sewqî edliyê kirin

  • 15:20 9 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Hevşaredarên Bêgirî, Qelqelî û Elbakê yên dibin çavan de sewqî edliyê kirin. 
 
Li Wanê, polîs û leşkeran di 6’ê Kanûnê de, bi ser malan de girtin û Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç, Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” binçav kiribûn. Lêpirsîna hevşaredaran a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî edliyê hatin kirin. 
 
Dozger, dest bi îfade girtina hevşaredarên ku 3 rojan dibin çavan de man, kir.