Hevşaredarên di bin çavan de sewqî edliyê kirin 2019-12-09 15:20:34   WAN - Hevşaredarên Bêgirî, Qelqelî û Elbakê yên dibin çavan de sewqî edliyê kirin.    Li Wanê, polîs û leşkeran di 6’ê Kanûnê de, bi ser malan de girtin û Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan, Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç, Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” binçav kiribûn. Lêpirsîna hevşaredaran a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî edliyê hatin kirin.    Dozger, dest bi îfade girtina hevşaredarên ku 3 rojan dibin çavan de man, kir.