Rojnamevan Sadiye û Sadik hatin girtin

  • 08:43 4 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hatin girtin.
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamayê (MA) Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku di 29'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3'yan jî derbarê wan de biryara girtinê da. 
 
Li dadgeriyê, rojnamevan Sadik Topaloglû, tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekirin û diyar kir ku îfadeya xwe ya li emniyetê dubare dike û got, ew rojnamevaniyê dike. Sadik, xwest bê berdan. Paşê Rojnamevan Sadiye Eser, diyar kir ku ew rojnamevan in û rojnamevaniyê dikin, tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake û xwest bê berdan. 
 
Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Sadiye û Sadik girt. Ji bo girtina Sadik û Sadiye, geştên wanî derveyî welat û dozên berê derbarê wan de hatibûn vekirin wekî hincet hatin nîşandan. 
 
Sadiye, şandin Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê û Sadik jî şandin Girtîgeha Metrîsê. Piştre hat hînbûn ku Sadik, sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirine.