Rojnamevan Sadiye û Sadik hatin girtin 2019-12-04 08:43:47   STENBOL - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hatin girtin.   Nûçegihanên Ajansa Mezopotamayê (MA) Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku di 29'ê mijdarê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin û Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3'yan jî derbarê wan de biryara girtinê da.    Li dadgeriyê, rojnamevan Sadik Topaloglû, tiştên pê tên tawanbarkirin qebûl nekirin û diyar kir ku îfadeya xwe ya li emniyetê dubare dike û got, ew rojnamevaniyê dike. Sadik, xwest bê berdan. Paşê Rojnamevan Sadiye Eser, diyar kir ku ew rojnamevan in û rojnamevaniyê dikin, tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake û xwest bê berdan.    Piştî parastinan, dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Sadiye û Sadik girt. Ji bo girtina Sadik û Sadiye, geştên wanî derveyî welat û dozên berê derbarê wan de hatibûn vekirin wekî hincet hatin nîşandan.    Sadiye, şandin Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê û Sadik jî şandin Girtîgeha Metrîsê. Piştre hat hînbûn ku Sadik, sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirine.